TR KU SO
FB X
Kurdistan

Meyer-Landrut: “Li Ardiziyê pêngavên bajarvaniyê yên ewilî hene”

Admin M
Nivîskar
📅 08 hezîran 2021 01:51

PeyamaKurd –Serokê delegasyona Awrûpayê yê Tirkiyê Nikolaus Meyer-Landrut, bo seredanekî çû bajarê Meletiyê û seredana jîngeha berê ya bi navê Ardiziyê (Aslantepe) kir. Nikolaus Meyer-Landrut di seredana xwe de weha got:

“Ciyekî ku bandorê li mirov dike. Em li vê derê dibînin bê ji Firat’a bakûr ber bi Mezopotamyayê de herêm çendîn di dîroka mirovahiyê de girînge û em dibin şahidê para herêmê di dîroka mirovahiyê de.”

Nikolaus Meyer-Landrut bi sedema Ardizî (Aslantepe) di nav lîsta mîrata UNESCO yê ya demkî de ye, lê geriya. Rêberê rêvebiriya wezareta Çand û Tûrîzmê yê bajarê Meletiyê rêbetiya Meyer-Landrut kir û di derbarê xebata jîngeha dîrokî de agahiyan dayê. Meyer-Landrut weha dewam kir:

“Ez bi daweta şaredarê Meletiyê hatim vê derê û gelkî bextewerim. Bandorekî gelkî zêde dike. Ez bi rêberê me û rêvebirê muzeyê re li vê derê geriyam û min dît bê ji wê dewrê heya niha zîraet çendîn girînge. Îro jî girîngiya zîraetê heye. Ji xwe armanca seredana min bi sedema desteka YA yê bo zîraetê ye û lewra hatim vê derê.

Em li vê herêmê destekê didin 470 dezgeyên biçûk û orte. Dema em tên vê derê, em li pêşiya zeviyên darên mişmişan û li pişt me, vî bajarê qedîm dibînin. Ev der bi rastî jî bandorê li mirov dike. Bi min gelkî xweşe ku ez li vê derê me.”

Parve bike: