Kurdistan
Meytê keç û kurekî ciwan li Singalê hatin dîtin
PeyamaKurd – Meytê keç û kurekî ciwan îro di navbera komelgehên Bork û Dihola li nêzîk Sinunê hatine dîtin.
Berpirsê Lijneya PDKê li nahiyeya Sinunê ya ser bi Şingalê Êzdîn Şemo diyar kiriye: “Îro 09.04.2022yê meytên du ciwanan li nahiyeya Sinunê hatin dîtin. Yek ji wan keçeke temen 22 saliye û yê din jî kurekî temen 29 salî ye.”
Herwiha hatiye eşkerekirin: “Ew keç û zilame bi gule hatine kuştin û li gor zanyariyan, meytên wan ji bijîşkê dadî yê Mûsilê re hatine şandin.”