TR KU SO
FB X
Kurdistan

Meytê Mîr Perwer ku di êrîsa Parîsê de hatibû kustin hat vesartin

Admin L
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2023 13:34

PeyamaKurd Meytê Mîr Perwer ku di êrîşa Parîsê de, bi Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil re hatibû kuştin, li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê, di bin bergiriyên ewlehiyê û qedexeyan de hat veşartin.

Meytê muzîkjenê Kurd Mîr Perwer ji bo bê veşartin, do di 5ê Çileyê de gihişt bajarê Mûşê û girseyeke welatiyan jî ji bo merasîma definkirina wî, li ser rêya gundê Dêra Ewrê ya ser bi Gimgima navçeya Mûşê amade bûn.

Hemû rêyên derdora gund û goristana ku Mîr Perwer lê hat definkirin, ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatibûn girtin û rê nehat dayîn ku welatî û endamên malbatê jî beşdarî merasîma definkirinê bibin.

Herwiha piştî ku meytê Mîr Perwer hat definkirin jî dorpêça li derdora gund û goristanê berdewam kir û rê nehat dayîn ku welatî û endamên çapameniyê biçin ser goristanê û li welatiyên xwestin têkevin gund jî ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve destwerdanên tund hatin kirin. 

Parve bike: