Mezlûm Ebdî: Hewldanên fermîkirina perwerdeya Kurdî didomin
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokatiya Sûriyê Mezlûm Ebdî, bi boneya destpêkirina sala nû ya xwendinê, daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên neteweyî yên gelê Kurd.
Ebdî bal kişand ser 14 salên derbasbûyî yên ku di nava şer û zehmetiyan de sîstema xwendina bi zimanê kurdî hatiye kirin û silav li keda malbat, mamoste û karmendan kir.
Her wiha Mezlûm Ebdî diyar kir ku di pêvajoya piştî rûxandina rejîma Esed de hewildanên ji bo fermîkirina zimanê kurdî di nava sîstema perwerdehiya Sûriyeyê de berdewam dikin û ji bo ku xwendekar di pêvajoya veguhêz de zehmetiyê nekşînin tedbîr hatine girtin.
Ebdî da zanîn ku îsal xwendina refa 9an û bekeloriyayê dê li gorî sîstema Rêveberiya Xweser bê meşandin û bang li xwendekaran kir ku xwendina xwe li ser vê bingehî bidomînin.