TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Ebdî: Karê me yê sereke di 2021an de hilbijartin e

Admin H
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2021 19:34

PeyamaKurd -  Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di peyama xwe ya sersalê de, hêviya xwe ya aştî û îstiqrarê anî ziman û got, karekê me yê sereke pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser û pêkanîna hilbijartinan e.

Fermandarê Giştî yê HSDê di peyama xwe de got: “Ez di destpêka sala nû de, ji bo gelê me û malbatên şehîdan hêviya tenduristî, istiqrar û aştiyê dikim.”

Ebdî herwiha bal kişand ser ku sala 2020an ji bo dinyayê bûye saleke gelekî bi zehmetî û krîzan û li ser xebata xwe ya bo sala nû diyar kir, “Ji bo vê sala nû karê me yê sereke xebata bo aştiyê, bihêzkirina saziyan û pêkanîna hilbijartinan e.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, biryar e danûstandinên yekrêziyê yên navbera ENKS û PYNKê jî piştî sersalê ji nû ve berdewam bikin ku yek ji xala qonaxa dawî ya danûstandinan pêkanînan hilbijartinan e li Rojavayê Kurdistanê.

Parve bike: