TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Ebdî li Parîsê bi Barrot re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2026 19:12

PeyamaKurd - Piştî lihevkirina 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, pêvajoya entegrasyonê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, dîplomasiya li ser asta navdewletî jî didome.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî, beriya sê rojan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bo Sûriye û Iraqê û Balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack re civiya bû. Ebdî, piştî vê hevdîtina li Hewlêrê, berê xwe da Ewropayê.

Li Îtalyayê hevdîtinên girîng

Li gorî zanyariyan Mazlum Ebdî, li Îtalyayê bi berpirsên Wezareta Derve û Wezareta Parastinê re hejmarek hevdîtin pêk anîn. Di vê serdanê de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ahmed jî ligel Ebdî beşdarî civînan bû.

Rawestgeha nû Parîs e

Hat ragihandin ku şanda Rêveberiya Xweser îro derbasî paytexta Fransayê, Parîsê bû û Mazlum Ebdî li wir bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot û hinek berpirsên din ên Fransî re hevdîtin kirin.

Her çiqas heta niha ji aliyê HSD yan jî hikûmeta Fransayê ve daxuyaniyeke fermî li ser naveroka hevdîtinan nehatibe danîn jî, tê çaverêkirin ku Ebdî piştî Parîsê, serdanên xwe yên dîplomatîk li Hollanda û Belçîkayê jî berdewam bike.

Parve bike: