TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Ebdî li ser bûyerên Kobaniyê daxuyanî da

Admin H
Nivîskar
📅 18 îlon 2026 11:44

PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi welatiyên bajarê Kobaniyê re civiya û derbarê aloziyên dawî û bûyera trajedîk a Girtîgeha Kobaniyê de agahî dan.

Ebdî diyar kir ku piştî kuştina şervan Sîpan Hiso xwepêşandan dest pê kirine, û ji ber gefên şandina girtiyan bo Helebê di nava girtîgehê de alozî derketiye ku di encamê de 10 girtiyan canê xwe ji dest dane û komîteyeke taybet ji bo lêkolîna vê bûyerê hatiye avakirin.

Di civînê de her wiha behsa peymana 29ê Çileyê hate kirin û Ebdî destnîşan kir ku gelek dosye hatine çareserkirin.

Derbarê doza zimanê Kurdî de jî Ebdî tekez kir ku danûstandin berdewam dikin û armanca wan ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bi rengekî fermî bê naskirin.

Parve bike: