Kurdistan
Mezlûm Ebdî: Pêwendiyên me û HTSyê hene
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî got, “Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene, me û Tehrîr El Şamê tu carî şer nekiriye.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî li ser êrişên Tehrîr El Şamê (HTŞ) û bûyerêndawiyê daxuyaniyek da medyayê û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Hinek peyamên ku Mezlûm Ebdî dane wiha ne:
“Em dixwazin bi Tirkiyeyê re diyalogê bikin.
“Dewleta Tirk rasterast me tehdîd dike.”
“Ji bo parastina gelê xwe çi pêwîst be em dê bikin.”
“Em ji her demê amadetir in, çi êriş were kirin dê bi awayekî tund wan bişikînin.”
“DAIŞ dikeve hinek cihên ku rejîm ji wan derdikeve.”
“Dê pêwendiyên me û Koalîsyonê berdewam bikin.”
“Li Sûriyeyê rewşeke nû heye, em dê gelê xwe biparêzin.”