Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Ehmed Şera re dicivin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 14ê Nîsanê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinan gihîştine Şam a paytexta Sûriyê.
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyeyê ya ji bo rêkeftina li gel HSDê Ehmed Hîlalî daye xuyakirin ku îro Nûnerê Serokatiya Sûriyeyê yê ji bo peymana 29ê Çîleyê ya HSD û Şamê Emîd Ziyad Ayîş, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmed gihîştine Şamê.
Di çarçoveya vê serdanê de, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî bi wezîrê derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî û Şandiyê serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê Ziyad El-Ayiş re civiya.
Hate ragihandin ku wê Ebdî bi Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera re jî bicive.
Hate zanîn ku di van civînan de, proseya tevlîbûnê ya saziyan û rewşa dawî ya bicihanîna peymana 29ê Çileyê tê werin gotûbêjkirin.