TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Kobanî: HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li hev kirin

📅 07 mijdar 2019 17:12

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê HSDê  General Mezlûm Kobanî demek berê di peyamekê de ragihand, HSD û Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê piştî çendîn civînan li hev kirine.

General Mezlûm Ebdî (Kobanî) di peyamekê de li ser Twitterê ragihand, ku HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê piştî hejmarek zincîre civînan li ser destpêkirina hevkariya hevbeş a li dijî DAIŞê li hev kirine.

Mezlûm Kobanî diyar kir, ku piştî hejmarek civînan li gel fermandeyên hevpeymaniya Navdewletî, HSD bernameya hevbeş a bi hevpeymaniyê re ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û parastina ewlehiya jêrxanên li bakurê Rojhilatê Sûriyê dest pê dike.

General Kobanî dibêje, ew lihevkirin li gor qonaxa niha ya hesas û pêşhatên nû yên li ser erdê çê bûye.

Parve bike: