'Mijara parêzgarê Kerkûkê bi destê Serok Barzanî û Kosret Resûl çareser dibe'
PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li pey civîna Polîtbûroya PDKê ya bi raspartiyê pêkanîna hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî re di civîneke rojnamevanî de ragihand, PDK û YNKê mekanîzemeyek bo posta parêzgarê Kerkûkê dîyar kirine û ev mijar di destê Serok Mesûd Barzanî û Kosret Resûl de çareser dibe.
Mehmûd Mihemed got, hemû mijar ji hev cuda kirine û danîna parêzgarê Kerkûkê peywendî bi pêkanîna hikumetê ve nîne ku asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna parêzgarekî bo wî bajarî di destê serok Mesûd Barzanî û kak Kosret Resûl de dibe.
Berdevkê PDKê da zanîn, “Di kombûna îro ya Mesrûr Barzanî de ligel Mekteba Sîyasîya PDKê, gotûbêj li ser danûstandinan hatin kirin bo pêkanîna kabîneya nû ya hikuemta Herêma Kurdistanê û di çend rojên dahatî de jî Mesrûr Barzanî bi YNK, Goran û alîyên din ên beşdar di hikumetê de kom dibe.
Mihemed diyar kir ku ew hêvî dikin di nav 10 rojan de kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê pêk were.