TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mijarên ser maseya şanda Hewlêr-Bexdayê diyar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 08 îlon 2026 20:40

PeyamaKurd - Du şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta pêkanîna mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya sala 2027ê de çûn Bexdayê.

Şanda ku ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê pêk tê, dê sibê Çarşemê bi Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî re bicive û piştre jî bi wezîrên Plandanîn û Petrolê re hevdîtinan pêk bîne.

Di danûstandinan de ku armanca wan ew e di reşnivîsa budceya 2027ê de ku divê heta 15ê Îlonê bê amadekirin cih bigirin, mijarên wekî damezrandina sê yekemên zanîngehan, çarenivîsa fermanberên girêbest, xerciya keresteyên tenduristiyê, wekhevkirina mûçeyên Pêşmergeyan ligel artêşa Iraqê û îkramiya xanenişînan di rojevê de ne.

Şanda Herêma Kurdistanê ku xwedî desthilata temam a lihevkirinê ye, dixwaze van mafên darayî misoger bike.

Parve bike: