Milley serdana HSDê kir!
PeyamaKurd - Hat îdiakirin ku Sererkanê Amerîkayê General Mark Milley cara duyemîn li Rojava serdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.
Li got hat îdiakirin, serdan ji bo peymana petrolê ya bi HSDê re hatiye kirin û Amerîkayê gelek balafir teslîmî HSDyê kirine.
Sererkanê Amerîkayê General Mark Milley ji nişka ve serdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojava kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî HSDê hatin girtin, serdanê; Bi armanca avakirina hêzên YPGê, rêveberiya xweser û îmzekirina peymana petrolê di navbera HSDê û şîrketên Amerîkî de hate organîzekirin.
Herwiha hat îdiakirin ku Amerîkayê hejmareke zêde balafir radestî HSDê kirine.
Di 4ê Adara 2023an de Sererkanê Amerîkayê General Mark Milley bi awayekî surprîz serdana Rojava kir. Piştî serdanê, Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê Jeff Flake ji bo Wezareta Karên Derve hat gazîkirin û der barê ziyareta Mark Milley de îzahat hat xwestin. Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, serdan ji bo baregeheke ku 8 sal in di şerê li dijî DAIŞê de tê bikaranîn hatiye kirin.