TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mînîbusek koçberan wergeriya: 4 kesan can dan, 25 kes jî birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 11 nîsan 2022 15:40

PeyamaKurd Mînîbusek koçberan, li navçeya Elcewazê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve wergeriya û 4 kesan can dan, 25 kes jî birîndar bûn.

Zanyarî destnîşan dikin, li nêzîkî gundê Baxçedere ser bi navçeya Elcewazê minîbûseke ku koçber hilgirtibûn ji rê derket û wergeriya. Di encama bûyerê de, 4 koçberan can dan û 25 koçberên din jî birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin, koçberên birîndar, piştî çareseriyên destpêkê rakirin nexweşxaneyên Elcewaz, Xelat û Tetwanê û Polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Parve bike: