Mirîdên Kesnezanî bê kontrol derbasî Basûr bûn, hêzên Îranê 4 kes kustin
PeyamaKurd - Bi sedan mirîdên terîqeta Qadirî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo beşdarî şîna Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Kesnezanî bibin, li deriyê sînor ê Başmaxê xistin û bi şûr û xenceran derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Hat ragihandin ku hêzên Îranê ew gulebaran kirine ku di encamê de 4 kes ji wan hatine kuştin û hejmarek jî birîndar hene.
Berpirsê Deriyê Başmaxê yê Navdewletî Lîwa Merîwan Şêx Kemal da xuyakirin ku di encama alozî û teqekirina hêzên Îranî de, 4 derwîş hatin kuştin.
Lîwa Merîwan Şêx Kemal diyar kir: “Derwîşan êrîşî ser hêzên ewlehiyê yên Îranê kirin û hêzên Îranî reviyan, ji ber wê jî derwîş derbasî aliyê Herêma Kurdistanê bûn û me nekarî rêgirî li wê hejmara mezin bikira”.
Li tora civakî hejmarek girtevîdyo belav bûn, ku derwîş di deriyê Başmaxê re bi girî derbas dikin û zarok jî bi wan re hene.
Bi gotina Berpirsê Deriyê Başmaxê, nêzîkî 2 hezar û 500 derwîş ji bo beşdariyê di serxweşiya rêberê terîqeta Qadirî Şêx Mehemed Kesnezanî de bikin, derbasî Herêma Kurdistanê bûn.