Kurdistan
Mirovekî di oda mala xwe de mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê li taxa Ferhadiye seet di 17.15an de mirovê bi navê Erkan Keleş (49) di mala xwe de mirî hat dîtin. Li ser gilîkirina malbata wî tîmên tenduristiyê çûn malê û dîtin ku Erekan Keleş miriye.
Li gor îfadê malbatê; Erkan Keleş serê sibê xwurîniya xwe kiriye û çûye oda xwe da razê. Piştî demekî malbat dibîne ku Keleş di oda xwe de bê tevger dirêjkiriye.
Li ser rûdanê polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û dibînin ku can daye. Cenazê Keleş birin Tib a Edlî ji bo otopsiyê. Lêpirsîna li ser rûdanê dewam dike.