Mirovên Narin Güran û yên Nevzat Bahtiyar li hev xistin: 6 kes birîndar bû
PeyamaKurd – Di dawa Narin Güran de Nevzat Bahtiyarê ku cesedê Narin Güran veşartibû û paşî derketibû ortê, dadgehê cezayê kêm dabûyê lê vê paşiyê dadgeha bilind cezayê 17 salan dabûye.
Li ser dewama bûyerê îro li navça Sûr a Amedê li gundê Tavşantepe di navbera malbata Güran û Bahtiyar de şer derket û di encamê de bi dar, kevir û çekan li hev xistin. Di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Hêzên asayîşê 15 kesan xist bin çav ku di nav wan de kurê Nevzat Bahtıyar jî heye.
6 kesên birîndar bûne M.A.K. (17), F.K. (17), F.K. (14), R.K. (59), V.B. (48) û H.B. (21) ne. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên li bajêr.
Tê gotin ku kurê Nevzat Bahtıyar yê bi navê M.B. (16) û pê re 4 kesên din jî xistine bin çav. Li ser banê wan jî tivinga pompeyî ya bê rûxste girtine. Niha bi temamî 15 kes di bin çav de ne. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.