TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mistefa Hicrî li Brukselê daxwaza naskirina fermî ya neteweyên Îranê kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 nîsan 2026 20:03

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî, di civînekê li Parlamena Ewropayê de ku bi beşdariya nûnerên bilind ên Yekîtiya Ewropayê û partiyên siyasî yên Kurd, Belûç û Ahwazî birêve çû rewşa siyasî ya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nirxand.

Hicrî destnîşan kir ku Îran welatekî firehnetewe ye û heta ku nasnameyên cuda bi fermî neyên naskirin, demokrasiyeke rastîn li vî welatî nayê avakirin û daxwaz kir ku civaka navdewletî piştevaniya sîstemeke federal û sekuler bike ku tê de mafên hemû neteweyan parastî bin.

Hicrî herwiha hişyarî da ku dubarekirina sîstema navendparêz û yekdestiya desthilatê ji aliyê opozîsyona netewe-dewlet ve, dê bibe sedema berdewamiya qeyranan û serhildana dîktatoriyeke nû.

Hicrî bal kişand ser xebata "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" û "Kongreya Neteweyên Îrana Federal" û wek mînakên serkeftî yên hevkarîya neteweyên bindest bi nav kir. Herwiha daxwaz kir ku dewleta bê ya Îranê ne dewleta neteweyekê, lê ya pêkanîna peywendiyên dadperwerane yên di navbera hemû pêkhateyan de.

Parve bike: