TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mistefa: Wê sektora tendirustiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkeve qonaxeke nû

Admin L
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2021 18:00

PeyamaKurd – Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa serdana gundewarên parêzgeha Dêrezorê kir û bi berpirsên sektora tendirustiyê yên li navçeyê civiya û diyar kir, di sala 2022ê de, wê sektora tendirustiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkeve qonaxeke nû.

Dr. Ciwan Mistefa  eşkere kir, ev qonax wê qonaxa pêşxistina sektora tendirustiyê be bi rêya pejirandina hejmarek rênima û yasayan di vê derbarê de.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê destnîşan kir, wê karekî mezin di sektora tendirustiyê de li parêzgeha Dêrezorê bê kirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa wiha berdewam kir: "Di sala 2022ê de, wê karekî cidî û pir mezin li vê herêmê bê kirin. Desteya Tendirustiyê û komîteya tendirustiyê li Dêrezorê wê sektora tendirustiyê bi pêş ve bibin û wê gelek nexweşxane bikevin ser kar ku niha li Dêrezorê amade bûne. Ji wan nexwşxaneya Ebû Hemam û nexweşxaneya Hecîn û hinek binkeyên ku amade ne ji bo karkirinê."

Parve bike: