Kurdistan
Mizrakli: Pêwîste ji banga mezin a 'Ocalan' re xemsar nebin!
PeyamaKurd - Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ku ji bo cejnê digel rêveberên HDPê serdana goristanê kir, li ser mezelê Siyesetmedarî Kurd Vedat Aydin ku sala 1991ê ji aliyê JITEM a dewleta Tirkiyê ve hatibû kuştin, axaftinek kir.
Mizrakli banga Abdullah Ocalan a ku bi rêya parêzerên xwe gotibû, 'Pêwîstiya Kurdan bi ti dewletekê nîne. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd amade me. Dikarim di hefteyekê de çareser bikim' got, "Pêwîste ji bo bangewaziya mezin a hatiye kirin xemsar nebin. Ev banga aştiyê, rêya diçe heqîqetê bi xwe ye."
Herwiha birayê Vedat Aydin, Veysi Aydin jî di serdana goristanê de got, "Em tenê dixwazin êdî kuştin û mirin çênebe û aştî pêş bikeve" û xwest ji bo vê jî gav bên avêtin.