Kurdistan
MSB: Leskerekî me can da
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku li bajarê Şirnexê, li navça Cizîrê li qereqola ser sînorî di encama avêtina guleya topê de, leşkerekî artêşê yê bi navê P. Er. Tarık Tarcan jiyana xwe ji dest daye. Wezareta di daxwuyaniya xwe de ragihand ku êrîş ji aliyê PKK ê de hatiye kirin.
Di mijarê de ji aliyê PKK ê heya niha ti daxwuyanî nehatiye dayîn.