Kurdistan
MSB: Leskerekî me ku li Resulaynê birîndar bûbû can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku leşkerekî artêşa Tirkiyê (TSK) ku li Girê Spî (Resulayn) birîndar bûbû, tevî hemû mudaxeleyên pêwîst li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) bi daxuyaniyekê ragihand ku, leşkerekî wan ku berê birîndar bûbû, canê xwe ji dest daye.
MSBê di daxuyaniya xwe de got, “Leşkerekî me yê ku li Resulaynê, di çarçoveya ‘Harekata Kaniya Aştiyê’ de birîndar bûbû, tevî hemû mudaxeleyên pêwîst li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Hat hîn bûn ku, leşkerê ku can da ji 24 salî bû û ji navçeya Edenê Yumurtalikê bû.