‘MSDê û sanda Swêd ji bo navbeynkariya bi Samê re li hev kirin’
PeyamaKurd – Şanda Wezareta Derve ya Swêd ku ji 17ê mehê ve li Rojavayê Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne, îro bi ENKS, PYNK û Meslîsa Sûriya Demokratîk re civiya.
Di civînan de ji şanda Swêdê, nûnerê Wezareta Derve ya Swêdê yê taybet bi doza Sûriyê Bear Ornius, berpirsê doza mirovî û alîkariyan ê Wezareta Derve ya Swêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn beşdarî kirin.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sûriya Demokratîk Elî Rehmon, piştî hevdîtina ligel şanda Swêdî ragihandiye; “Şanda Swêdê girîngiyê dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bûyerên li herêmê rû didin. Me li ser piştgiriya hikumeta Swêdê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî gelê Sûriyê re, nîqaş kir.”
Rehmon daye xuyakirin ku her du aliyan li ser rola Swêdê ya xurtkirina jiyana hevbeş li Sûriyê, gihandina dengê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civaka hikumetên din, civaka navneteweyî, YEyê û navbeynkariya di navbera gelê Sûriyê û hikumeta Şamê de li hev kir.
Herwiha hat diyarkirin ku ji şanda Swêd hatiye xwestin ku piştgiriya gelê Sûriyê bike daku çareseriyeke siyasî bê dîtin û Swêd di navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyê de navbeynkariyê bike.