Kurdistan
Mûs | 4 gumanbarên DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Di encama operasyoneke li dijî rêxistina DAIŞê de, li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kuridstanê 4 gumanbar hatin desteserkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Mûşê ve hatiye belavkirin, hêzên ewlekariya berî şeva sersalê li dijî rêxistina DAIŞê li parêzgeha Mûşê dest bi operasyoneke kirine û di çarçoveya operasyonê de, hêzên ewlekariyê li dijî navnîşanên çend kesên ku pêwendiyên wan bi DAIŞê ve hene û zarokên xwe naşînin dibistanên Wezareta Perwerdê, hevdem operasyonek pêk anîn.
Di encama operasyonê de, hêzên ewlekariyê 4 gumanbar destser kirin.