TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mûs | Sakik û Yatçi: Bila hilbijartin bê dubarekirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 nîsan 2019 20:41

PeyamaKurd – Li ser qebûlnekirina îtirazên HDPê namzedê serbixwe yê şaredariya Mûşê daxwaz kirin ku hilbijartinên şaredariya Mûşê ku niha AKP xwe serketî nîşan dide werin dubarekirin.

Namzedê HDPê Sirri Sakik û Şerafettin Yatçi îtiraz li encaman kirin û xwestin hilbijartine were dubarekirin.

Li seranserê Tirkiyê îtirazên ji nû ve hejmartina dengan ên AKPê ji aliyê lijneyên hilbijartinan ve têne qebûlkirin, lê yên partiyên muxalefetê yek bi yek têne redkirin.

Sirri Sakik ku beriya niha bi hinceta betalkirina 2 hezar 500 dengan li ser bê usuliyê îtiraz kiribû ji televizyona Arti Gerçekê re axivî û got, “Niha werin şaredariyê bidin min jî ez navêm. Qebûl nakim. Fermo meydanê. Werin em hilbijartinê dubare bikin. Em ew qas bi xwe bawer in. Bila li Mûşê sindoq ji nû ve bên danîn, em hilbijartinê dubare bikin. Me ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ev xwest.”

Sakik destnîşan kir ku dema jimartina dengan dest pê kiribû dengên wan bibû 15 hezar, lê ji nişka ve daxistin 12 hezaran ku ew difikirin ew deng ji xwe re tomar kirine.

Parve bike: