TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mûsil | Berpirsekî DAISê hat girtin

Admin L
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2021 15:59

PeyamaKurd - Berpirsekî DAIŞê li bajarokê Tel Efer yê Mûsilê hat girtin.

Wezareta Navxwe ya Iraqê diyar kiriye, hêzên ewlehiyê li bajarokê Tel Efer karîn di operasyonekê de berpirsekî DAIŞê bi navê Ebû Yûsif bigirin.

Li gorî zanyariyan, ew serkirdeyê DAIŞê berpirsê veguhestina wan bomban bûye ku li nav Mûsilê dihatin teqandin.

Herwiha dema Mûsil di destê DAIŞê de bû, ew berpirsê xezîne û dahata nefta DAIŞê bûye.

Parve bike: