Kurdistan
Muslim: “Vekisîn nayê me'neya têkçûnê"
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim diyar kir ku vekişîna ji şerekî nayê me'neya têkçûnê.
Salih Muslim li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê şerê Efrînê de ragihand ku vekişîna ji şerekî nayê wateya têkçûnê û têkoşîna wan dê berdewam be.
Muslim cih da van şiroveyan:
"Vekişîna me ya ji şerekî nayê me'neya têkçûnê û bidawîhatina berxwedanê. Dê berxwedana me berdewam be. Kurd jî dê berxwedana xwe bidomînin. Kurd dê li dijl plana qirkirinê li ber xwe bidin. Serkeftin bo xelkê bakurê Sûriyê ye."