TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mustafa Selîmî: “YNK ê ez radestî Îranê kirim”

Admin M
Nivîskar
📅 14 nîsan 2020 03:24

PeyamaKurd- Di rojên borî de pêşmergê kevin û mehkûmê dewleta Îranê Mustafa Selîmî ku ji aliyê dewleta Îranê de hat îdamkirin, ji aliyê kê de û bo çi teslîmê Îranê hat kirin, ew nezelaliya bûyerê her di rojevê de ye. Lê amadekarên vê bûyera girîng û grûbên ku wî teslîm kirine, hêdî hêdî dertên ortê.

Ev bûyer, ji senaryo ya revê û girtinê bêhtir, li pişt perda wê gelek tiştên veşartî hene. Ji ber Selîmî biserket û ji Îraniyan reviya û hat ser axa xwe, ji aliyê grûbekî nava YNK ê ku layangirên Îranê ne de, aşkera tê teslîmkirin bo Îranê. Selîmî vê mijarê di peyamên ku ji malbata xwe re dişîne de, aşkera dike. Yek ji rêvebirên Tor a Mafên Mirovan yên Kurdistanê Kawa Kirmaşanî dibêje ku berya Mustafa Selîmî bê îdamkirin, bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û van agahiyên balkêş belav kiriye:

“Çavkaniyekî ku bi malbata Selîmî re di nav têkiliyan de ye, di vê mijarê de agahî da me. Mustafa Selîmî yek roj berya ku li zîndana Seqizê bê îdamkirin, bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û gotiye:

“Piştî ez ji zîndanê reviyam, min xwest herim Başûrê Kurdistanê. Lê li navçe ya Pencewînê ji aliye hêzên asayîşê de hatim girtin û min teslîmê Îranê kirin.”

Peyamên bi deng hene

Mustafa Selîmî ji tevliheviya koronavîrusê rê dîtiye û 2 hefte berê ji zîndanê reviya ye. Hefteyekî li rojhilatê Kurdistanê veşartî maye û derfetê diye da derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Di bûyera Selîmî de peyamên bi deng hene ku gihane destê rojnamevanê Kurd Elî Ciwanmerdî ku li Amerîkayê dimîne. Yek ji wan peyaman yê xortekî Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Seqizê ye û peyama dinê ya xortekî ji navçe ya Pencewînê ya bi ser bajarê Silêmaniyê ye.

Li gor agahiyên ku ji van peyaman hatine bidestxistin; Mustafa Selîmî li navçeya Penwcewînê, li nahiya Germikê, li gundê Siyagozê li mizgeftekî dimîne û ji kesên wê derê re dibêje ku ew kiye û ji ku derê reviya ye. Piştî ku ji wan re dibêje, di mijarê de hêzên asayîşa Silêmaniyê tên agahdarkirin. Paşî ji asayîşa Pencewînê Îsmaîl Kamûran ji fermandarên xwe fermanan digre û bi tîmên xwe re, ber bi gundê ku Mustafa Selîmî lê ye hereket dike.

Madem em bo testê diçin, bo çi destê min di kelepçe de ye?

Kamûran, ji Mustafa re weha dibêje:

“Tu ji Îranê hatî. Em ê te bo testa koronayê bibin.”

Û destê wî kelepçe dikin. Mustafa weha dipirse:

“Madem hun min bo testê dibin, bo çi destê min di kelepçê de ye?”

Lê kes bersiva Mustafa nade û wî dibin noqteya asayîşê ya Pencewînê ya ser sînor ya bi navê Seyranbend. Selîmî teslîmê Şêx Awad dikin ku yek ji berpirsê asayîşê ye û paş de diçin.

Mustafa çend caran ji wan re dibêje ku ew kiye û çi kes e. Musatafa Selîmî dizane wê teslîmê Îranê bikin. Ji wan re dibêje:

“Bihêlin ez xwe bikujim. Min teslîmê Îranê nekin.”

Lê çi kes lê guhdarî nake, li noqte ya ku dê wî teslîm bikin, 6-7 siet radiwestin. Piştî vê rawestandinê, ji baregeha îstîxbarata Îranê ya Kargah-î Ramazan du erebeyên leşkerî û leşkerên çekdar tên, Mustafa teslîm digrin û wî dibin.

Kargâh-î Ramazan, ewilî Mustafa dibin Banê û paşî dibin Seqizê. Bo bûyer mezin nebe û deng nede, biryara îdamê didin Mustafa. Dotira roja ku Selîmî dibin, (10.04.2020) tê îdamkirin. Sedema ku Selîmî îdam dikin ew e ku vê plana gemarî û qirêjî deng nede û dernê derve.

Ew kesên ku dixwazin pûş bavêjin ser vê bûyerê û veşêrin, an înkar bikin, kesên ku Selîmî teslîm kirine û yên ku wî îdam kirine, tiştekî ferq nekirine an texmîn nekirine. Ew jî gotinên dawî yên ku Selîmî bo malbata xwe gotiye. Gotinên Selîmî bo malbata xwe gotiye aşkera ye û weha ye: “Yekîneyên asayîşa YNK ê, min teslîmê Îranê kirin.”

Hukumeta Kurdistanê di bin tewanbariyê de hatibû hiştin’

Di dema ku van pêşdeçûnan çêdibin, der û dorên nêzî Îranê, Îrangirên di nava YNKê de, grûbên layangirên Îranê yên li Başûrê Kurdistanê, rojnamevanên ku hatine tirsandin hemû gotin ku Selîmî zilamekî siyasî nîne, ji sûcên mafiya û çeteyan hatiye darizandin. Înkar dikin ku Mustafa Selîmî bi salan di nava PDK-Î de pêşmerge bûye, bi sedema ku 2 pasdaran kuştiye 17 sale ku di zîndanê de ye.

Van bûyeran nîşan didin ku Mustafa Selîmî aşkera ji aliyê hinek layangirên Îraniyan yên di nava YNK ê de bo Îranê tê teslîmkirin û bingehê bo îdama wî amade dikin. Bûyera diyar, ji aliyê hinek terefan de davêjin ser hukumeta herêma Kurdistanê lê hukumeta herêmê di ragihandina xwe de got:

“Hukumet ji bûyera navborî agahdar nîne û wê komîsyonekî bo lêgerîna bûyerê bê avakirin.”

Amerîka hişyariyekî tund da YNKê’

Paşî di 11 ê nîsanê de, ji berpirsên wezareta karên derve ya Amerîkayê David Copley, bi rêya telefonê bi Lahor Talabanî re diaxife û rexneyên tund li rêvebirên Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ê dike. Copley di axaftina xwe de hevserokê YNK ê Lahor Talabanî bi dirişm û tewrên xwe yên bo bûyerê weka dijberiya Amerîkayê binav dike. Copley piştî Lahor Talabanî bi rêya telefonê bi cîgirê serokê herêma Kurdistanê bi Qubad Talabanî re diaxife û di derbarê bûyerê de bi tundî radiweste. Divê ev jî bê gotin; di nava YNK ê de agahiya gelek kesan ji vê mijarê nîne û tenha ji aliyê Îranvaniyên di nava YNKê de,ev bûyer têkirin.

Aşkera ye bê Mustafa Selîmî ji aliyê kê de bo Îranê hatiye teslîmkirin. Madem Amerîka jî hewce dibîne ku  mudaxeleyî mijarê bike û mijarê bi raya giştî re parve bike, ev bûyer ne tenê di asta ku ‘revekiye’ an ‘haya min jê tine ye’ nîne lê divê ev hişyarî ji aliyê wan kesên Îranvaniyan (layangirên Îraniyan) de,wekî ‘hişyariyekî ji dil’ bê fêmkirin.

Parve bike: