TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nacî Gorur: Heye ku li 2 bajarên din jî erdhej çêbibin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 hezîran 2023 21:00

PeyamaKurd- Piştî erdheja ku duh bişev saet di 01:25an de li navçeya Çunguşê ya Diyarbekirê çêbû, ji aliyê Prof. Dr. Nacî Gorur ve hişyariyek hat dayîn.

Nacî Gorur, piştî erdheja ku duh bişev bi lerza 4,2yan a ku li Çunguşa Diyarbekirê rû da, peyamek belav kir û bal kişand ser 2 bajarên bakur ku heger heye li wan deveran jî erdhej çêbibin.

Gorur, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ev hişyarî kir û got,

"Li Elmadere-Çunguş/Diyarbekirê bi lerza 4,2yan erdhej çêbû. Erdhej, li ser kembera lêdanê ya Bedlîs-Zagrosê ye. Di erdhejên dawîn de ev kember ji ber tevgera bakurê Taxa Ereban hat tengkirin. Dibe ku tengasiyên bi vî rengî, li Sêrt û Colemêrgê jî bên dîtin.”

Parve bike: