Nadya Mûrad pistî wergirtina xelata Nobelê serdana Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Xelatgira Nobela Aştiyê keça Kurd a Êzidî Nadya Mûrad ku Qasida Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, îro 13ê Kanûnê serdana Kurdistanê kir û bi payebilindên Kurdistanê re civiya. Nadya Mûrad doh 12ê Kanûnê jî serdana Iraqê kiribû û bi karbidestên Iraqî re hatibû ba hev.
Malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de, ji ber wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê, pîrozbahî li Nadiya Murad kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Nadya Mûrad herwiha di hevdîtinê de kitêba xwe ya îngilîzî jî pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî kir.
Nadya Murad ji ber hewarçûna hikûmeta herêma Kurdistanê, parastin û alîkariya êzdiyan spasiya xwe kir û da zanîn, ew dê hewil bide bo belayên êzdiyan bi giştî û bi taybet jî rewşa keç û jinên rizgarbûyên destê DAIŞê bibe pêş civaka navdewletî û balê bikişîne ser ku terorîstên DAIŞê bên sizadan.