Nadya Murad Xelata Nobela Astiyê bi merasîmekê wergirt
PeyamaKurd - Keça Kurd a Êzidî, Nadiya Murad ku layiqî Xelata Nobel a Aştiyê ya sala 2018an hatibû dîtin, îro 10ê Kanûnê xelata xwe bi merasîmeke li Osloya payteşta Norwêcê wergirt.
Nadya Murad û Denis Mukwege xelatên Nobela Aştiyê ya 2018an bi merasîma pêşkeşkirina xelatê, xelatên xwe li Oslo ya paytexta Norwecê wergirtin.
Nadya Murad keçeke Kurd a Êzidî ye ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û piştre rizgar bûbû. Murad di sala 2015an de di çarçoveya programa koçberan de çû Almanyayê. Di Kanûna sala 2015an de Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkêş kiribû û di Îlona sala 2016an de bûbû Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekbûyî.
Muradê herwiha sala 2016an xelata Saxarovî ya ji aliyê Parlementoya Ewropayê tê dayîn wergirtibû û sala 2018an jî xelata Nobela aştiyê wergirt.
Ev xelat li hemberî "hewldanên wê yên ji bo bidawîanîna bikaranîna tundiya seksî wek çekekî şer" hat dayîn.