TR KU SO
FB X
Kurdistan

Namzedê Serokwezîrê Iraqê serdana Serok Barzanî dike

Admin H
Nivîskar
📅 29 nîsan 2026 17:05

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê namzedê Serokwezîriya Iraqê Elî Zeydî, heftaya bê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel Serok Mesûd Barzanî bicive.

Li gorî zanyariyan, armanca sereke ya vê serdanê, nîqaşkirina pirsên hilawistî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dîtina çareseriyeke bingehîn bo pirsên dualî ye.

Li gorî nirxandinan, Zeydî xwedî stratejiyeke nû ye daku hemû girêkên siyasî û aborî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bike ku bi salan e berdewam dikin.

Parve bike: