TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nasnama 25 cesedên Kurdên êzîdî tesbît kirin û dê bişînin Şengalê

Admin M
Nivîskar
📅 26 îlon 2026 15:25

PeyamaKurd – 12 sal di ser komkujiya xelkê Kurdên Êzîdî de derbas bû. Hê jî gorên komkî tên dîtin ku piraniya wan goran yên Kurdên Êzîdî ne. 25 cesedên ku di komkijiya DEAŞê de hatibûn kuştin dîbûn, û wan biribûn Bexdayê tiba edlî da nasnameyên wan diyar bikin.

Cesed 6 sale ku di tiba edlî de didin rawestandin, niha nasnameyên wan diyar bûne û dê wan cesedan bişînin Şengalê. Bi qefla 25 kesênniha re dibe qefla 9.an ya Kurdên Êzîdî.

25 qurbanî piraniya wan jigundê Koço ne û din av cesedan de temên wan di navbera 12-70 salî de ne û di sala 2014an de hatine şehîd kirin.

Wê cenazan ewilî bibin Şengalê Abîda Goristanê, li wê derê dê bi merasimekî pêşwazî bikin. Piştî merasima bi seetekî dê cesedan teslîmî malbatan bikin û di gorên taybet de defin bikin.

Ji sala 2914an heya niha li Şengalê gorên ferdî v ekirine lê yên komkî jimara wan 96 tesbît kirine. Ji wan 78 gorên komkî vekirine û divê 18 gorên din yên komkî jî vekin û nasnameyên wan tesbît bikin.

Ji gorên komkî heya niha 857 cesed derxistine, nasnama 296 kesan tesbît kirine û cesedên 536 kesan li tiba edlî ya Bexdayê ne.

Malbatên ku ferden wan wenda ne an hatine şehîd kirin, ji bo testa wan ya DNAyê bikin, gazî malbatan dikin û testa wan dikin bê cesed yên kîne.

Parve bike: