Kurdistan
Nasnameyên zêdetirî 2 hezar girtiyên Kurd hate eskerekirin
PeyamaKurd - Piştî xwepêşandanên meha derbasbûyî, nasnameya zêdetirî 2 hezar girtiyên ji rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin.
Malpera Hengaw a Mafên Mirovan navên girtiyên xwepêşandanên meha derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
Malperê diyar kir ku heta niha zêdetirî 2 hezar xwepêşander ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.
Her wiha malperê dazanîn ku heta niha oparasyonên serdegirtina malan dewam dikin û heta niha çarenivîsa gelek girtiyan nediyar e.