Nauert li Koska Spî: Mr. Kurd li vir e gelo? Bêjin bila were em jê hez dikin!
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna rojnamevanî ya Koşka Spî de, li ser pirseke derbarê Rojavayê Kurdistanê got, “Gelo îro Mr. Kurd li vir e? Wî vexwînin, em jê hez dikin.”
Nauertê li ser pirsa derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve Mike Pompeo ku gotibû, “Kurdên Sûriyê şirîkên me yên mezin in, divê li mêza danûstandinên siyasî ew jî hebin”, gelo hîn pozîsyona we ev e?
‘KURD HEVPEYMANÊN ME YÊN MEZIN IN’
Berdevka Wezaretê Nauert got: "Pozîsyona me neguherî ye. Kurd hevpeymanên me yên mezin in. Û niha tê bîra we ku Serok Trump li Cıvata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî xîtaba Mr. Kurd kiribû.”
‘EM JI MR. KURD HEZ DIKIN’
Nauertê piştre bi henekî gotinên Trump ên bo rojnamevanê Kurd bi bîr xistin û got, “Gelo îro Mr. Kurd (Birêz Kurd) li vir e? Wî vexwînin, em jê hez dikin.”