Kurdistan
Navber dan xwendegehên hinek navçeyên Rihayê
PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeyên Akçakale, Serê Kaniyê û li navçeyên Bîrecîk û Sirûcê li deverên nezî şer yên ser sînor, bo 3 rojan navber dan xwendegehan. Berê jî 2 roj navber dabûnê.
Di beyanê de parêzgeh ragihand ku li Serê Kaniyê û Akçakale navber dane temamê dibistanan lê li Bîrecîk û Sirûcê navber dane dibistanên li ser sînor. Navber heya roja çarşemê dewam dike.