TR KU SO
FB X
Kurdistan

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera hate eşkere kirin

Admin H
Nivîskar
📅 03 tebax 2026 18:28

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdana dîrokî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Şamê daxuyanî da û naveroka hevdîtinê eşkere kir. Di civînê Serokomarê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî jî amadehî kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di wê hevdîtinê de peywendiyên Sûriyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin û girîngiya berfirehkirina hevkariyên hevpar di warên cuda cuda de, bi taybetî di warê aborî de hatin behskirin.

Herwiha her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşhatên dawî yên herêmê bi hev guhertin û daxwaza xurtkirina ewlehî, aramî û çareserkirina aştiyane ya kêşeyan kirin.

Sûriyeya nû û mafên pêkhateyan

Di beşeke din a civînê de, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku di "Sûriyeya nû" de mafên hemû pêkhateyan parastî bin.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera spasiya Herêma Kurdistanê kir, ji ber pêşwazîkirin û hewandina penaberên Sûriyeyê di dema şer de û ragihand ku welatê wî bi girîngî ve li rola Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pesnê rola Serokê Sûriyeyê kir, ji bo wan pêşveçûnên ku di warên cuda cuda de li Sûriyeyê bi dest hatine bi taybetî jî ji bo amadeyî û rola Sûriyeyê ya li ser asta herêmî û navdewletî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dawiyê jî behsa çend pirsên din ên berjewendiya hevpar hatiye kirin.

Parve bike: