TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bang li NYyê kir ku jenosîda Êzidiyan nas bike

📅 03 tebax 2019 13:58

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê de, peyamek weşand û tê de daxwaz ji Netewên Yekbûyî dike, ku “komkujiya Kurdên Êzidî" weke jenosîd nas bike.

Îro 3ê Tebaxa 2019an, pêncemîn salvegera êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê wê rêxistinê ve ye. Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser twîtterê belav kir.

— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 2, 2019

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de li Şingalê, em ji dil ve wan bi bîr tînin ku bûne qurbaniyê destê dilreqiyên DAIŞê li Kurdistanê û cihên din. Em ranawestin heta ku em terorê ji nav dibin û qurbaniyên revandî vedigerînin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwazekê arasteyê Netewên Yekbûyî dike û dibêje: “Em daxwaz ji Netewên Yekgirtî dikin, jibo rêgirtina ji kiryarên hevşêwe, wê komkujiyê weke cenosayd nas bike.”

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Parve bike: