TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir

Admin L
Nivîskar
📅 27 gulan 2026 10:05

PeyamaKurd - Di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de, Nêçîrvan Barzanî banga tolerans, bexşandin û hevgirtina civakî kir û got, "Werin em rûpelek nû bi niyeta baş û evînê vekin."

Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê ji bo Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhana Îslamî weşand.

Di peyama xwe de, Barzanî hêvî kir ku cejn aştî, bextewarî û bereketê bîne û cejn li hemû Misilmanan pîroz kir.

Barzanî  behsa heciyên li axên pîroz kir û got, "Ez hêvî dikim ku heciyên me bi ewlehî vegerin; bila Xwedê heca wan qebûl bike."

Barzanî bal kişand ser wateyên cejnê û diyar kir ku divê peyamên tolerans, bexşandin û lihevhatinê veguherînin derfetek ji bo xurtkirina têkiliyên civakî.

Di peyama xwe de got, "Di vê boneya pîroz de, em têgeh û wateyên kûr ên cejnê, wek tolerans, bexşandin û lihevhatinê, bikin derfetek ji bo nûkirina têkiliyên xwe. Werin em di jiyana xwe ya rojane û karê xwe de serdemek nû vekin ku bi niyeta baş, hevgirtin û evînê tije ye."

Neçîrvan Barzanî peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Cejna Pîroz li hemûyan, bila her sal tijî be bi xweşî û şadî."

Parve bike: