TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê YNK pîroz kir...

Admin H
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2019 20:16

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya lidarxistina Kongreya Çaremîn a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) peyameke pîroziyê pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Bi sedema bi awayekî serkeftî encamdana kongreya YNKê, hemû endamên Konseya Siyasî, Konseya Serokatiyê, endamên partiyê û hemû hezkarên wê bi dil û can pîroz dikim û serkeftinê dixwazim.”

Barzanî di berdewamê de jî bal kişand ser parastin û cîbicîkirina mafên Herêma Kurdistanê di Destûra Iraqê de û xwest ku kongreya YNKê bibe sedema parastina destkeftan û xurtkirina yekrêziyê di nav partiyên Kurd de.

Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe de, bi rêz û hurmet Serokê Damezrîner ê YNKê Mam Celal Talebanî jî bibîr anî.

Parve bike: