Neçirvan Barzanî di salvegera "Roja Şehîdên Asûrî" de peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî di 93yemîn salvegera "Roja Şehîdên Asûrî" de peyamek belav kir û qurbaniyên bêtawan ên Komkujiya Simêlê bi rêzdarî û dilsozî bîr anîn.
Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser sala 1933an ku di wê demê de ji aliyê rêveberiya Keyaniya Iraqê ve li zêdetirî 60 gundên parêzgehên Mûsil û Duhokê komkujî li dijî gelê Asûrî hatibû kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê bi vê bîranîna êşdar tekez kir ku ew li ser çanda piralî, pêkvejiyan û qebûlkirina hevdu biryardar in û ji hemû pêkhateyên olî û etnîkî re misogger kir ku Kurdistan dê her dem bibe nîştimana hevpar a hemû aliyan.
Komkujiya Simêlê ku di 7ê Tebaxa 1933an de di dîrokê de hat qeydkirin, piştî biryara Encumena Wezîran a Iraqê dest pê kiribû ku tê de Aşûrî wekî xiyanetkar hatibûn îlankirin û biryara belavkirina wan li seranserî welatî hatibû dan.
Di van êrişên giran de ku di navbera 4 û 5ê Tebaxê de dijwar bûn, nêzîkî 5 hezar heta 6 hezar Xristiyan û Asûrî hatin kuştin û 95 gund hatin wêran kirin.
Di komkujiyê de bi taybetî xadimên olî hatin armanc kirin û mal û milkên qurbaniyan hatin talan kirin. Parlamena Kurdistanê paşê roja 7ê Tebaxê ji bo Asûrî û hemû Xristiyanan wekî "Roja Şehîdan" bi awayekî fermî nas kir.