Nêçîrvan Barzanî: Dostaniya me û Amerîkayê bihêz û stratejîk e
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hevdîtina xwe û cîgirê serokê Amerîka Mike Pence de diyar kir, ew hevdîtin nîşan dide ku dostanî û hevbeşiya navbera Kurdistan û Amerîka bihêz e.
Cgirê serokê Amerîkayê Mike Pence, doh piştî serdana hêzên Amerîkî yên li parêzgeha Enbar ya Iraqê bêyî ku bi rayedarên Iraqî re hevdîtinan bike, derbasî Hewlêrê bû û bi serok, serokwezîr û rayedarên din ên Kurdistanê re civiya.
It was an honor to meet with President Barzani in Erbil on behalf of @realDonaldTrump today to reiterate the strong bonds forged in the fires of war between the United States and Kurdish people across this region. pic.twitter.com/ctHNBIdxlD
Mike piştî hevdîtinê li ser twitterê ligel wêneyên hevdîtina ligel berpirsên Kurdistanê bal kişandibû ser pêwendiyên xurt ên bi Herêma Kurdistanê re û spasiya xwe kiribû.
I’m honored to welcome the Vice President of the United States and my friend @VP to Erbil. His timely visit underlines our strong friendship and strategic partnership. I reiterated my appreciation for the U.S. support to the Kurdistan Region during challenging times. pic.twitter.com/jllBfiDpBE
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) November 23, 2019
Nêçîrvan Barzanî jî li ser twîtterê kêfxweşiya ya li hember wê hevdîtinê nîşan da û got: “Ez bi pêşwazîkirina cîgirê serokê Amerîka li Hewlêrê bextewer bûm.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamê de jî da xuyakirin, “Hevdîtineke wiha di vê dema niha de nîşan dide ku dostanî û hevbeşiya navbera me bihêz û stratejîk e. Min spasiya Amerîka kir ji bo alîkarîkirina Kurdistanê di demên zehmet de.”