Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne ku alîkariyê bidin qurbaniyên Kerbelayê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên bûyera Aşûrayê ya Kerbelayê nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka sersaxiyê pêşkêşî malbatên qurbaniyên bûyera Kerbelayê kir ku 31 kes bûne qurbanî û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Barzanî herwiha amdekariya Herêma Kurdistanê jî derbirî bo pêşwazîkirinê ji qurbanîyan. Barzanî diyar kir, ku ew ji ber bûyera li Kerbelayê, hevxemiya xwe digihînin kesûkarên qurbaniyan û ji Xwedayê mezin dixwazîn sebir û hedarê bide malbatan û qurbaniyan bi beheştê şad bike û şîfayê jî bide birîndaran
Barzanî di heman demê de ragihand, ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo alîkariyên pizîşkî û pêşwazîkirina birîndaran.