TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Em axaftina bi zimanekî leşkerî red dikin

Admin H
Nivîskar
📅 25 mijdar 2026 09:32

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li hemberî daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê bertek nîşan da û ragihand ku wan ev daxuyanî di demekê de ku danûstandinên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de berdewam dikin, bi matmayîn û fikareyeke kûr pêşwazî kiriye.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir: "Em axaftina bi zimanekî leşkerî ya li gel Herêma Kurdistanê bi her awayî red dikin; ezmûnê nîşan daye ku ev rêbaz ti pirsgirêkekê çareser nake û ne di berjewendiya Iraqê û ne jî ya ti aliyekî din de ye."

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê di avakirina Iraqê ya nû û amadekirina destûra welêt de hevpareke bingehîn e û piştgiriya xwe ya ji bo parastina samanên neteweyî û bicîkirina yasayan anî zimên.

Wî destnîşan kir ku divê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li pêgeha destûrî û mafên Herêma Kurdistanê û pabendbûna bi prensîbên hevparî û têgihiştinê bên birêvebirin.

Banga yekrêzî û berpirsiyariya neteweyî

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser hestiyariya vê qonaxê û li ser giringiya lihevkirin û yekrêziya Kurdistanî rawesta.

Barzanî bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên li Iraqê kir ku bi aqilmendî û berpirsiyariya neteweyî tevbigerin û tekez kir ku hêz û aramiya Herêma Kurdistanê, hêz û aramiya Iraqê ye; rêzgirtina li destûr û federalîzmê jî misogeriya paşeroja hevpar e.

Parve bike: