Nêçîrvan Barzanî êrîsa li Ridwaniyê sermezar kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa li Bexdayê ya Ridwaniyê ku sîvîlan kiribûn armanc, êrîşê şermezar kir û got:
“Van êrîşan nîşan didin ku terorîzm bo jiyan û ewlekariya me tehdîde.”
Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa devera Ridvaniyê ku dikeve rojavayê Bexdayê û êrîş ji aliyê DEAŞ ê de hat kirin, peyamekî nivîskî ragihand. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“ Em êrîşa duhî ya derengê şevê ku baregeha El-Ridwaniyê ya hêzên asayîşa Iraqê kiribûn hedef û bûbûn sedema jiyana hêzên ewlekariyê û sîvîlan, wan êrîşên terorî bi tundî şermezar dikim. Bo birîndaran şîfayê dixwazim, kesên ku can dane bo malbatên wan sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im. Van êrîşan nîşan didin ku teror daîma jiyana me û ewlehiya me dixe hedefa xwe û bo me tehdîd e. Lewra divê hemû teref li hemberê terorê hevkariyê bikin û li hember wê, bi hevre bisekinin.”
Do êvarê DEAŞ ê êrîşê ser baregeha Ridwaniyê ya li rojavayê Bexdayê kiribiû û ji Haşdî Eşayîrî yên Sunne 5 kes û ji sîvîlan 6 kesan kuştibûn.