TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî hikûmeta nû ya Iraqê pîroz kir

Admin L
Nivîskar
📅 15 gulan 2026 09:29

PeyamaKurd - Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokwezîr Elî Falih Zeydî û kabîneya wî kir ku piştî wergirtina dengdana baweriyê li Parlamentoya Iraqê dest bi kar kirin.

Nêçîrvan Barzanî ku bi xwe beşdarî rûniştinê bû, hêviya xwe anî ziman ku hikûmeta nû wê "îstîqrar û serfiraziyê" bîne tevahiya Iraqê.

Kabîneya Elî Falih Zeydî ku piştî çareserkirina krîza hikûmetê li Iraqê hat avakirin, ji parlamentoyê dengdana qismî ya baweriyê wergirt.

Nêçîrvan Barzanî ku di rûniştina dengdana baweriyê ya li Parlamentoya Iraqê de amade bû, di peyamekê de ku êvarê li ser hesabê xwe yê fermî X hat weşandin, pîrozbahî li Serokwezîr Zeydî kir.

Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê kabîneya nû bêyî cudahî xizmeta hemî pêkhateyên gelê Iraqê bike.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ez hêvî dikim ku ev kabîneya nû ji bo pêkanîna daxwazên rewa yên gelê Iraqê ji bo ewlehî, îstîqrar û pêşkeftinê bixebite, û ez ji Serokwezîr û wezîrên wî re di vê erkê dijwar de serkeftinê dixwazim."

Parve bike: