Nêçîrvan Barzanî îro serdana Silêmaniyê dike
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi mebesta civîna ligel aliyê siyasî û yekrêziya aliyên Herêma Kurdistanê serdana Silêmaniyê dike.
Biryar e îro Sêşemê (26.11.2019), Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biçe Silêmaniyê û bi aliyên siyasî re bicive da ku yekdeng û yekrêz bin ji bo avakirina gotareke hevbeş a Kurdistanî. Di wê serdanê de, herdu cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seyid Qadir jî beşdar dibin.
Li gorî zanyariyên berdest, saet 11.00an Nêçîrvan Barzanî û cigirên wî, dê biçin navenda Fraksiyona Goranê li girê Sergete û piştre dê li mala Cîgere Sekreterê Giştî yê Yakîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl li gel Polîtbîroya YNKê bicive.
Armanca seredana Serokê Herêma Kurdistanê bo Silêmaniyê, civîna li gel aliyên siyasî bi taybetî YNKê û Goran e, ji bo yekxistina helwesta Herêma Kurdistanê li beramberî guhertin û bûyerên ku li Iraqê û navçeyê çêdibin.
Di heman demê de gotûbêjê li ser civîna dawî ya li gel aliyên Iraqê dikin, ku 18ê vê mehê li Bexda li mala Emar Hekîm hatibû lidarxistin.