Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya bidawîbûna erka wî wekî Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Liu Jun kir.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya hewldanên Liu Jun kir ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Çînê û Herêma Kurdistanê de di warên cuda de, û hêviya serkeftinê di erka wî ya nû de xwest.
Konsulê Giştî yê Çînê jî spasiya serokatî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û piştgiriya wan di dema karê wî de û tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo berdewamiya pêşxistina peywendiyên duqollî kir.
Di hevdîtinê de derfetên berfirehkirina hevkariya hevbeş hatin gotûbêjkirin û Nêçîrvan Barzanî spasiya Çînê kir ji bo vekirina beşa kurdî li Zanîngeha Pekînê.