Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Gistî yê Amerîkayê pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê ku nû dest bi erka xwe kiriye, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê Hewlêrê Mark Straw û şanda ligel wî kir.
Hat ragihandin ku piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî di erka wî ya nû de hêviya serkeftinê ji bo Mark Straw xwest, piştevaniya xwe nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê, pêwendiyên xwe ligel Amerîkayê bi pêş bixe.
Her wiha hat destnîşankirin ku Straw jî kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarbûna erka xwe nîşan da û da zanîn ku welatê wî, bi baştirkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê û zêdekirina alîkariyên hevbeş pêbend e.