TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Kurdên Feylî ji ber kurdbûna xwe hatin jenosîd kirin

Admin H
Nivîskar
📅 06 nîsan 2020 20:38

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi peyamekê 40 saliya komkujiya dijî Kurdên Feylî yad kir û got, sedema jenosîdkirinê tenê ji ber wê bû ku Kurd in û piştevaniya şoreş û mafên gelê xwe kirin e.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

"Di salvegera çil saliya jenosayd û tawana veguhestin û bêserûşûn kirina Kurdên Feylî da ku helqeyeke yekî din bû ji zincîra tawanên rejîma Be’es beramber bi gelê Kurd. Serê rêz û hûrmetê jî ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî diçemînin û bi rêz û rûmetê ve wan bi bîr tînîn.

Veguhestin û derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêserûşûn kirina dehan hezarên din, dest bi ser da girtina mulk û mal û ji wan wergirtina regeznameyên wan tenê ji ber ewe bû ku Kurdin û piştgîriyê li şoreş û mafên gelê xwe kirine, bi hemû wateyeke dinê bi peyv, jenosaydek bû beramber bi Kurdên Feylî hatiye encamdan.

Di vê salvegerê de û ew tawana Be’es beramber Kurdên Feylî ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ve bi jenosayd hatiye naskirin, dûbare daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin qerebûya Kurdên Feylî bike û erkê xwe yê yasayî û exlaqî bi cîh bigihîne. Her wiha kêşeya vegerandina regezname û mulk û malên wan çareser bike.

Silav ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî û tevahiya şehîdên Kurdistanê."

Parve bike: